AMED – Li bajarê Amedê ku germahiya hewayê derketiye  45 dereceyan di betlaneya cejnê de piraniya xelkê li bajêr berê xwe ber ava hezarê.

Li Colemêrgê 4 stranbêj hatin girtin Li Colemêrgê 4 stranbêj hatin girtin

Betlaneya Cejna Qurbanê ku derket 9 rojan li  û li Amedê germahiya hewayê di carêkê da zêde bû, piraniya xelkê bajêr terikandin û  berê xwe  dan cihên ber avî û cihên hênik.

Ji wan navnîşanan yek jî Gola Hezarê ku navçeya Sivriceyê ya Xerpetê ye û 100 kilometreyan ji Amedê dûr e. Gola Hezarê him bi ava xwe ya hênik him jî bi plaj, cihên kampê, tesisên civakî bala Amediyan û welatiyên derdorê dikişîne.

'Tesisên me tijî bûne'

Firat Behçe li Gola Hezarê xwediyê hotelekê ye. 14 sal in hotelê birêve dibe û diyar dike ku, "Em cejneke xweş derbas dikin. Kesên ku dixwazin betlaneya xwe li herêmê derbas bikin Gola Hezarê tercîh dikin. Em ji hemû herêmê re xizmetê dikin, Amed, Êlih, Mêrdîn, Çewlîk, Mûş, Dêrsîm û Meletiyê jî di nav wan bajaran de ye. Kotaya tesîsên me tije ye. Otel û konê me tijî bûne.“

Kaynak: AA