AMED - Di 5 rojên ewil ên betlaneya Cejna Qurbanê de 36 kes mirin û 6 hezar kes jî birîndar bûn. Li gor daneyên Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkayayî li ser hesabê xwe yê medya civakî belavkiriye, 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 696 qezayên trafîkê rû dan. Di van 5 rojan de 36 kesan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. 6 hezar û 550 kes jî birîndar bûn.”