KURDÎ

Dêya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan koça dawî kir

Dêya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji ber nexweşîya pênçeşêrê di 69 saliya xwe da koça dawî kir.

Abone Ol

AMED TIMES - Îpek Bakirhan dêya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro koça dawî kir.

Hat ragihand ku ji ber wefata dêya Tuncer Bakirhan civîna grûpa DEM Partiyê ya li parlamentoyê hatiye betalkirin.

DEM Partiyê li ser wefata Îpek Bakirhanê daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Îpek Bakirhan dêya Hevserokê me Tuncer Bakirhan îro jiya xwe ji dest da.

Îpek Bakirhan a 69 salî ku ev demek e ji ber pençeşêra pankreasê tê dermankirin, wê sibê bi axê spartin.”