AMED TIMES- Li gorî zanyariyan îr li ser rêya sereke ya Dêrsim-Erzinganê di tunelê de li nêzîkî navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê dû otomobîl li hevdû qelibîn.
Di bûyerê de tevî şofêran 8 kesên di herdû otomobîlan de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her heşt birîndar rakirin Nexweşxaneya Deweletê ya Dêrsimê.
Li gorî zanyariyan rewşa birîndaran baş e.
Her wiha ji ber bûyera trafîkê li ser rê û di tunelê de demekê astengî di çûnûhatinê de derket.