AMED TIMES- Li gorî zanyariyan îr li ser rêya sereke ya Dêrsim-Erzinganê di tunelê de li nêzîkî navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê dû otomobîl li hevdû qelibîn.

Di bûyerê de tevî şofêran 8 kesên di herdû otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her heşt birîndar rakirin Nexweşxaneya Deweletê ya Dêrsimê.

Li gorî zanyariyan rewşa birîndaran baş e.

Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye

Her wiha ji ber bûyera trafîkê li ser rê û di tunelê de demekê astengî di çûnûhatinê de derket.

Kaynak: Rûdaw