AMED TIMES -  Dema hilbijartinên parlementoya Kurdistanê diyar bû. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an bên kirin.

Sembola 'gurê boz’  Tirkiye û Almanya li hev sor kirin! Sembola 'gurê boz’ Tirkiye û Almanya li hev sor kirin!

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku dê hilbijartinê 20ê Çiriya Pêşîn bên lidarxistin.

Dilşad Şehab destnîşan kir ku dê biryar ji îro pê ve bikeve meriyetê û got:

“Aliyên pêwendîdar dê bi Komîsyona Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqê re di nava hevahengiyê de bin û dê ji bicihanîna biryarên pêwîst berpirsiyar bin.”

Dilşad Şehab herwiha amaje pê kir ku bîr û rayên hemû aliyên pêwendîdar hatine nirxandin û piştî wê roja hilbijartinan hatiye diyarkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berê biryar dabû ku hilbijartin 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Kaynak: Rûdaw