KURDÎ

Colemêrgê li dijî qeyûman mîting: Qanuna dijminatiyê ye!

Di 3ê Hezîrana 2024an de Wezareta Navxweyî ji bo Şaredariya Colemêrgê qeyûm erkdar kir û li piştî vê yekê li gelek bajaran nerazîbûn hat nîşandan û nerazîbûn didomîn. Di çarçoveya nerazîbûnan de duh li Colemêrgê li dîjî qeyûm mîtîngek hat kirin.

Abone Ol

AMED - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî danîna qeyûm a li ser Şaredariya Colêmêrgê mitîngek li bajêr mitingeke girseyî li dar xist.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî beşdarî mitîngê bûn û di mitîngê de axivîn.

Bakirhan: Qanuna dijminatiyê ye!

Tuncer Bakirhan diyar kir ku dê berxwedana xwe mezintir bikin û wiha got: “Colemêrg a me ye. Em bi xwe Colemêrg in. Ew dagirker in. Erdogan dibêje, ‘Em li gorî hiqûqê tevdigerin’. Li Kurdistanê qanûnê li dijî Kurdan pêk tînin. Ew qanûn qanûna dijminatiyê ye. Ji bo ev qanûna dijminatiyê ya li vê erdnîgariyê bi dawî bibe em dê di berxwe bidin.”

Wezareta Karên Navxweyî 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê. Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Dadgehê hinceta “birêvebirina rêxistinê” 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.