AMED TIMES -  Li Amedê, hêzên ewlehiyê yên tawanên organizekirî û qaçaxçîtiyê bi ser mala Serokê berê yê Şaredariya Rezan (Bağlar) Huseyîn Beyooglû de girtin û biryara dest danîna ser malên şarêdarê berê Beyoglû û xizmên wî, hat ragihandin. 

Li Çewlîgê êrişa bi kêrê : Hejmara miriyan derket 4'an Li Çewlîgê êrişa bi kêrê : Hejmara miriyan derket 4'an

Serdozgerê Komarî yê Diyarbekirê, sala borî, di çarçoveya lêpirsîna bertîlgirtin û gendeliyê de; di derheqê Serokê Şaredariya Rezan ê berê Huseyîn Beyoglû û 14 kesên din ku di nav wan de, şaredarên berê jî hene doz vekiribû û Hüseyin Beyoglû piştî ku ifade dabû, serbest hatibû bardan. 
Lê iro (di 12ê Tîrmehê de) sibehî zû, hêzên ewlehiyê yên tawanên organizekirî û qaçaxçîtiyê bi ser mala Huseyîn Beyoglû û tevahî 14 kesan de girtin. Li malên gumanbaran lêgerîn hat kirin û gumabar hatin desteserkirin. 
Hat daxuyandin ku biryara dest danîna ser malên gumanbaran jî hatiye dayîn û di lêgerînan de, belgeyên dijital, bi qiyaseke zêde pere, zêr û doviz hatine desteserkirin. 

Piştî ku li rêveberiya ewlehiyê îfadeyê gumanbaran hat wergirtin, serbest hatin berdan.

Kaynak: Amed Times