AMED TIMES- Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewata li Mêrdîn û Amedê eşkere kir. 20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû. Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû. Heta niha 15 kesan wefat kiriye û xisareke gelekî mezin a madî heye. Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewatê bi rêya hesabê xwe yê Xê eşkere kir. Li gorî amarên ku Yumakli eşkere kirine, bîlanço wiha ye: Çinar - 7 hezar û 900 dekar qada çandiniyê şewitiye ku ji vê qadê 6 hezar û 789 dekar qad firêze ye. Hezar û 111 dekar jî zeviyên genim in ku hîn nehatine çinîn. - Traktorek û 14 tesîsên avdaniyê şewitî ne. - Li gundê Tobiniyê 924 ajel mirine. Şemrex - 7 hezar dekar zeviyên çandiniyê şewitine, ji vê qadê 4 hezar dekar zeviyên genim in ku nehatine çinîn. 3 hezar dekar jî firêze ne. - Gelek amûrên avdaniyê yên cotkaran xisar dîtiye.