KURDÎ

Bi ser Şaredariya Colemêrgê qeyum hatiye tayinkirin

Wezaretê daxuyanî bi daxuyaniyiekê ragihand ku bi ser Şaredariya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin.

Abone Ol

AMED-Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê  bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê. 

Li şuna Hevşaredar Mehmet Siddik Alkiş, Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûm hatiye tayînkirin.

Polisan duh bi şev bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtibûn û Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Alkiş li Wanê hatibû desteserkirin.

Partiya DEMê di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê de ji sedî 48.91ê dengan wergirtibû û Şaredariya Colemêrgê standibû.