Dikandarên Amedê: Ji xetayê vegerin! Dikandarên Amedê: Ji xetayê vegerin!

AMED TIMES -  Li Tirkiye û herêmê benzîn bi qasî 2 lîreyan û mazot jî bi qasî 1,68 lîreyan biha dibe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, benzîn û mazot dê ji sibe pê de biha bibin. Piştî vê zemê lîtreyeke benzîn û mazotê 43 lîreyan derbas dike.

Bi bihayên nû re lîtreya benzînê li Stenbolê dibe 42,30 lîre, li Enqereyê dibe 43,24 lîre û li Îzmîrê jî dibe 43,54 lîre.

Bihayê lîtreyeke mazotê jî li Stenbolê dibe 42,35 lîre, li Enqereyê dibe 43,31 lîre û li Îzmîrê jî dibe 43,70 lîre.

Li Amedê 44 lîreyan derbas dike

Li Amedê jî bihayê benzînê dibe 44,27 lîre û bihayê mazotê dibe 44,36 lîre.

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulana 2023yan rêjeya bihabûna mazot û benzînê ji sedî 100 derbas kiriye.

Kaynak: Amed Times