AMED - Rojnamevan Devrim Akturk belgefîlmekî  bi navê “Kevneşopîya Sedsalî Ya Kurdan: Sêva Mêxekrêş” li ser kanala xwe ya youtube weşand. 

Belgefîlma ku bi beyîtên Feqiyê Teyran destpê dike û xilas dibe de; agahiyên wateyên Sêva Mêxekrêş û kar û xebatên ku ji bo berdewamiya vê kevneşopiyê ku wek berhemekî çanda Kurdî hatiye pesand kirin, tên dayîn. 

Amedtımes 2

Li Amedê du malbatên neyar li hev hatin Li Amedê du malbatên neyar li hev hatin

Di belgefîlma  ku ji 14 xulan pêktê de, behsa hewldanên Seywan Seîdyan tê kirin ku pêşengî di danasîn û belavbûna vê kevneşopiyê de kiriye û di encamê de jî “Sêva Mêxekrêş” wekî berhemekî çanda Kurdî daye pesand kirin. 

A M E D T I M E S-55

Nîşaneya hezkirin û aşîtiyê Sêva Mixerêj 

Seywan Seîdyan serpêhatiya xwe ya nasîna vê sevê û vê çandê wiha rave dike: “Ez û dayika xwe, ji ber meseleyekî jihev xweyîdîbûn û pistî ku em demekî jihev xeyîdandî man, rojekî dayika min vê sêvê anî da min, ji bo ku em êdî lihev werin. Piştî vê rûdanê min zanî ku sêva mixerêj nîşaneya aşitî û hezkirinê ye.”

Li Germiyan wek pireke navbera evîndara ye 

Pistî vê serpêhatiyê di lêkolînên ku ten kirinde diyar dibe ku Sêva Mêxekrêş, bêhtir di çanda kurdên îran û herema Germiyanê de di navbeyna evîndaran de wek pirek e, Gelek caran jî ji bo hezkirin û lêborînê tê çêkirin. Temenê vê sêvê gelekî dirêj e, nêzî 100 sal xirap nabin. 

Ji ber ku çêkirina wê zehmet e, kesên ku dixwazin hezkirina xwe nîşan bidin yan jî lêborîna xwe  bixwazin; bi vê sevê, wê peyamê didin ku ew ji bo çekirin û berdewamiya wê pêwendiyê ked didin û dixwazin ew pêwendî temen dirêj be. 

Ji sala 2006’an û virve jî, Sêva Mêxekrêş wek diyariya Roja Evîndaran (valentina) Kurdan hat qebûl kirin û her diçe wek çandekî belav dibe. 

A M E Dtımes

Li gor agahiyên ku hatine ragihandin, kêmtirîn 150 sal e ku ev kevneşopî berdewam dike, lê kesên ku li ser vê çandê lêkon kirine balê dişînin ku ji ber çanda Kurdan a nivîskî kêm e û zêdetir bi rêbazên devkî û dengbêjî çand û kevneşopî hatine veguhastin, dîroka rastî ya vê kevneşopiyê jî baş nayê zanîn

Ji bo ku hûn bi hêsanî bikarin, belgefîlmê li ser youtube'ê temaşe bikin link li jêr e. 

Editör: Sıddık Eren