AMED - Belgefilma ku li ser jiyana Zimanzanê Kurd Mihemed Malmîsanij hatiye çêkirin, bi navê ‘Mamostayo Bêmamosta’ li salonên sinemayê tê nîşandan. 

Jiyana Lêkolîner û Nivîskarê zaravayê Zazakî (dimilkî-Kirdkî) yê Kurdî ku yekem ferhenga Zazakî-Tirkî amade kiriye Mamîsanij di belgefilemekî de hatiye hûnandin. 

Belgefilma jiyana Malmîsanij ê ku wek 'mamosteyê mamosteyan' tê pênasekirin, bi navê: "mamosteyê bêmamoste" hatiye binav kirin. 

Dê li Amedê jî bê nîşandan

Belgefilma ku bi Şêwirmendiya Mutlu Can, bi Derhênerî û Çêkeriya Keremo (Kerem Tekoğlu) hatiye çêkirin, dê yekem car Galaya xwe li Zaningeha Bîlgî a Stembolê bike û di demeke kurt de jî li Amedê û bajêrên din jî nîşandanên xwe berdewam bike.  

Li 5 welatên cuda sal û nîv tomarkirina belgefîlmê berdewam kiriye

Belgefîlma ku montaja wê ji aliyê Kurdo Zanyar ve hatiye kirin, sal û nîv zêdetir amadekariyên wê berdewam kirine û ji bo belgefîlmê li Swêd, Fransa, Almanya, Herema Kurdistanê û Tirkiyê tomarkirinên bi kamerayê hatine kirin. 

Mihemed Malmisanij kî ye?

Malmîsanij, bi navê xwe din Mihemed Tayfûn, di sala 1952an de li Amedê (Diyarbekirê) jidayîk buye. Li Zaningeha Ankarayê perwerdehî dibîne û di navbera salê 1975-1981an de 3 caran ji ber kar û xebatên siyasî tê girtin. 

Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene

Malmîsanij di sala 1982an de, li Swêdê bicîh dibe û perwerdehiya xwe li wê derê berdewam kiriye. Li Zaningehên Sorbon û Uppsalayê perwerdehiya zimanên Îranî dibîne û mastera xwe li zaningeha Goteborgê dike. 

Malmîsanij wek yekem nivîskarê hemdem yê zaravayê Kurdî Zazakî tê nasîn ku di sala 1979-1980an de kovara Tîrêj ku bi temamî bi zaravayên Kurmancî-Zazakî hatiye amadekirin diweşîne. 

Di sala 1987an de jî yekem ferhenga Zazakî-Tirkî diweşîne. Dîsa di gelek rojname û kovaran de nivîsên wî hatine weşandin û gelek berhemên wî, ji bo zimanên Erebî, Swêdî, Farisî û Tirkî hatine wergerandin. 

Kaynak: HABER MERKEZİ