AMED - Hat eşkerekirin ku ji sala 2012an heta 2022yan di nava 10 salan de 45 mamosteyên kurdî beşa xwe guhertine û derbasî beşeke din bûne. Sedema vê jî wekî ‘Fikara ji paşerojê’ tê destnişankirin.

Parlamenterê Partiya DEVAyê yê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen ji Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê pirsa, “Di 10 salan de li Tirkiyeyê çend mamoste beşa xwe guhertine” kir.

Wezareta Perwerdehiyê jî di bersiva xwe ya ku dide pêşnûmeyê de ji bo kurdî dane û agahiyên girîng parve dike.

45 mamoste dev ji kurdî berdane

Li gorî daneyên ku ji aliyê wezaretê ve hatin parvekirin, hat gotin ku "Di nava 10 salan de ji sala 2012an heta 2022yan di warê Ziman û Zaravên Zindî (Kurmancî) de 36 mamoste û di beşa ( Zazakî) de 9 mamoste xwestine cihê wan bêguhertin û derbasî beşekê din bûne.

Di navbera salên 2012-2024’an de li Tirkiyeyê bi giştî 199 mamosteyên kurdî hatin tayînkirin ku 153 ji wan Kurmancî û 46 jî Zazakî bûn.

Lê belê ji mamosteyên ku hatine tayînkirin 45 mamoste dev ji mamostetiya kurdî berda û şaxên xwe guhertin û berê xwe dan bejên din.

Hez Kurd: Di beşên din da bêtir

Serokê Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HeZKurd) Suphi Ozgen ê ku ji Amed Timesê re axivî diyar kir ku, “pirsgirêka sereke fikarên mamosteyan ên ji bo paşerojê ye.”

Piştî Wanê li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin Piştî Wanê li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin

Ozgen di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku ji bo kurdî bi têra xwe tayîn nayên kirin  ji ber wê yekê mamosteyên ji bo kurdî hatine wezîfedarkirin jî qada xwe diguherînin.

Kaynak: Amed Times